www.kanetwerk.net

  • Increase font size
  • Default font size
  • Decrease font size
Home Literatuur, kunst & cultuur Îsmet Şerîf Vanli wefat kir

Îsmet Şerîf Vanli wefat kir

afbeelding
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd ê navdar Îsmet Şerîf Vanli di 87 saliya xwe de, li nexweşxaneyeka li bajarê Lozanê çavê xwe li jiyanê girt.

Îsmet Şerîf Vanli ku li bajarê Lozana Swîsreyê dijiya, vê sibehê seat di 04.00 wefat kir. Vanli ji ber di 9’ê îlonê de xwîna mejiyê wî der bû, rakirin Nexweşxaneya CHUV a Lozanê û dihate dermankirin.

Îsmet Şerîf Vanli di 21’ê berfanbara 1924’ê de li Şama paytexta Sûriyeyê ji dayîk bû, di salên xwe yên perwerdehiyê de nivîskar û rewşembîrên Kurd Celadet Elî Bedirxan, Qedrî û Ekrem Cemilpaşa û Nûredîn Zaza nas kir. Li vir dest bi tekoşîna di nava gelê Kurd de kir.
Vanli li Libnan, Franse û DYA’yê perwerdehî dît û zimanê xwe yê zikmakî jî li xerîbiyê fêr bû. Vanli ji her kesê re digot “Her kes li derveyê welêt zimanê xwe ji bîr dike, lê ez li derveyê welat fêrî Kurdî bûm”.

Di sala 1948 de li Lozanê perwerdehiya hiqûqê li Libnanê qedand. Vanli bi di salÊn 60-ê de li Ewropayê nuneriya Tevgera Başûrê Kurdistanê a bi serokatiya Mela Mistefa Barzanîyê nemir kir. Vanli sala 1995 de tevlî Parlementoya Kurdistanê ya Derveyê Welat (PKDW) ya ku di 1995’ê de hate damezrandin bû.Vanli di sala 1999 de dema Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hate damezrandin bû serokê KNK’ê û demek dirêj serokatiyê kir.

Bi taybet pirtûka bi navê “Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Netewî ya Kurdan”, gelek pirtûk û berhemên din ên Vanli hene. Bi jinek Swîsreyî re zewicî bû û li Lozana Swîsreyê dijiya.

Bron:
NETKURD
Aktuelbûn: 2011-11-09 14:21:59

 

Kurdish Matters

door Fréderike Geerdink

LETTEREN 

http://www.voordekunst.nl/vdk/project/view/674-kurdish-matters

Hoor jij ze wel eens, de verhalen van gewone Koerden in Turkije over hun leven, hun verleden, hun keuzes, hun dromen, hun pijn, hun geluk? De kans is groot van niet. Het nieuws uit het voornamelijk door Koerden bewoonde zuidoosten van Turkije gaat immers meestal over geweld.

Lees meer...

Kurdolog Michael Leezenberg bi Kurdî diaxife (Vîdyo)

Kurdolog Michael Leezenberg bi Kurdî diaxife (Vîdyo)

AvestaKurd - Lêkolîner Michael Leezenberg li ser wêjeya Kurdan û Mem û Zîna Ehmedê Xanî, bi Kurdî diaxife.

Kurdolog û lêkolîner Michael Leezenberg, li ser wêjeya Kurdan lêkolînan dike û bi zimanê Kurdî diaxife. Bi Kurdiyeke zelal û delal.

Lees meer...

Kurdish Culture

Kurdish Culture

Researched by:
Elizabeth Broadaway and Kristy Hamil

Fall 2006

Consultation by:
Reza Jalali

Lees meer...

Schreeuwen in de duisternis

Schreeuwen in de duisternis

Door: Layla Amin

Toen ik wandelde, voelde ik de woede van de aarde.
Uit nieuwsgierigheid vroeg ik: waarom ben je zo kwaad?
Omdat vijfduizend lijken binnen een dag bij mij kwamen logeren.

Lees meer...
More: